2015 ж. 19 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 19 қыркүйек
Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrîşî ser 3 cihên eskerî yên Lîwayên Îzzeddîn el Qassam a girêdayî Hamasê ye, kir.
Artêşa Îsraîlê daxuyanî da û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Îsraîlê îro serê sibehê ji hewayê êrîş birin ser 3 cihên eskerî yên Lîwayên Îzzeddîn el Qassam.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Îsraîlê wek bersiva moşekên ku ji aliyê Xezeyê ji hêla Hamasê ve dihatin avêtin, ev êrîş li dar xist.
Li gor daxuyaniya şahidên bûyerê ji ber êrîşa balafirên Îsraîlê di avahiyên derdorê de xisar çêdibe lê tişte bi kesî nehat.