2015 ж. 22 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 22 қыркүйек
QÛDS
Hat ragihandin ku nêzî 140 niştecihên cihû di bin kontrola polêsên Îsrîlê de ketin hewşa Mescîda Eqsayê.
Midûrê Mescida Eqsayê Omer Kîsvanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku serê sibehê nêzî 140 niştecihên cihû di bin kontrola polêsên Îsrîlê de di deriyê El-Mexarîbê de ketin hewşa Eqsayê.
Kîsvanî destnîşan kir ku cihû di hewşa Eqsayê de geriyan û mêrên misilman ên ku emrê wan ji 40 salî kêmtir be ji saet 11.30yî pê ve hilnedan mizgeftê.
- Li ber deriyê Eqsayê protesto
Ji hêla din ve komeke filistînî li ber Deriyê Silsileyê (zincîr) kom bûn û cihûyên niştecih ên ketin hewşa Eqsayê protesto kirin.
Filistînî dixwazin ku bila îxlalên li ser Mescîda Eqsayê û zordariya ku Îsraîl li misilmanan dike bi dawî bibe.