2015 ж. 17 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 18 қараша
QUDIS
Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê, Tevgera Îslamî ya Filistîn 1948an a ku Şêx Raîd Salah serokê wê ye "rêxistina dereqanûnî" îlan kir.
Di daxuyaniya ku Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê de wiha hat gotin: "Kabîneya Ewlehiyê di bin serokatiya Netenyahû de kom bû û baskên bakur ên Tevgera Îslamî ya li Îsraîlê wek rêxistina dereqanûnî îlan kir û ji bo vê yekê jî biryar da."
Li gor biryara Kabîneya Ewlehiyê "Endamên Tevgera Îslamî û yan jî kesên ku ji hereketê re xizmetê bikin weke ku sûc kiribin wê bên hesibandin. Ew baskekî Hamasê ne û di navbera wan de şirîkatî û têkiliyên xurt hene. "
"Em dest ji Quds û Mescida Eqsayê bernadin"
Tevgera Îslamî ya Filistînê 1948ê daxuyanî da û diyar kir ku meqamên Îsraîlê ji saziyên girêdayî wan re teblîxa "qedexekirina fealiyetan" şand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku polêsên Îsraîlê li ser saziyên girêdayî tevgerê de girt, dest da ser gelek belge û dokumanan, ji bo îfadedayînê jî gazî lîderê tevgerê şêx Raîd Salah, alîkarê wî Kemal el-Xetîb û berpirsyarê Dosyaya Mescida Eqsayê Silêman Ehmed kir.
Şêx Raîd Salah ê ku li Hayfayê ji bo îfadeyê bide polêsan hat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ew dibe ku ji bo em Mescida Eqsayê neparêzin biryareke wiha dabin."
Raîd Salah piştî îfadedayînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Îsraîlê xebatên 17 saziyên girêdayî tevgerê bi biryareke bêhiqûqî qedexe kir û ji ber vê yekê jî tu kes wê guh nede biryarê û wiha dewam kir: "Îcreatên dereqanûnî yên meqamên Îsraîlê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Tevgera Îslamê ya ku ji bo parastina Mescida Eqsayê û Qudsê hat avakirin wê dev ji parastina tu mafê xwe bernede."
Hikûmeta Îsraîlê di 15ê cotmehê de ji bo lîderê Tevgera Îslamî ya Filistîn 1948ê Şêx Raîd Salah û Serokê Buroya Têkiliyên Derve Yûsuf Awawde derketina derveyî welêt qedexe kiribû.
Di nav nifûsa Îsraîlê ya ku ji 8 milyon û 500 jezar kesî pêk tê de nêzî 2 milyon filistînî hene. Di sala 1948an de dema Îsraîlê axa wan dagir kir cih û warê xwe neterikandin û bûn welatiyên Îsraîlê. Rêveberiya Tel Avîvê wan filistîniyan wek "erebên ji Îsraîlê" binav dike.
Tevgera Îslamî ya Filistînê 1948ê ku ji filistîniyên welatiyên Îsraîlê pêk tê tevgereke civakî ya berfireh e û ev taybetiya wê jî didome.
"Tevgera Hamasê vê biryarê şermezar dike"
Tevgera Liberxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) biryara Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê ya der heqê Tevgera Îslamî ya Filistîn 1948an a di bin rêveberiya Şêx Raîd Salah de ku wek "rêxistina dereqanûnî" îlan kiribû, şermezar kir û biryar jî wek "çalakiyeke nijadî" nirxand.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zûhrî daxuyaniya nivîskî weşand û got: "Tevgera Hamasê vê biryarê şermezar dike û vê yekê wek çalakiyeke ku dixwaze hebûna ereban a li ser axa Filistînê bike hedef dibîne û dinirxîne."