2015 ж. 18 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 18 қараша
RIYAD
Li bajarê El-Qatifa rojhilatê Erebistana Siûdî êrîşî hêzên ewlehiyê kirin. Hat ragihandin ku 2 polês hatin kuştin.
Li gor nûçeya ajansa fermî SPA ya Erebistana Siûdî, Berdevkê Ewlehiyê yê Wezareta Karên Navxweyî Mansur et- Turkî daxuyand ku li rojhilatê welêt, li bajarê El-Qatifê kesên ku nasnameya wan nediyar êrîşî wesayîta polêsan a ku dewriye diavêt, kirin.
Di êrîşê de 2 polêsên bi navê Cabir Elî Mihemed el Miqadî û Elluheybî Garîb Şerarî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.
Li bajarê El-Qatifê di 9ê mijdarê de êrîşî wesayîteke polêsan kiribûn û 3 polês birîndar bûbûn. Di meha tîrmehê de jî dîsa êrîş li polêsan kiribûn û polêsek miribû û 2 polês jî birîndar bûbûn.