2015 ж. 17 қараша•Rojanekirin: 2015 ж. 18 қараша
PARÎS
Balafirên cengê yên Fransayê, piştî êrîşên li Parîsê, baregehên DAEŞa rêxistina terorîst yên li Reqayê disa bombe kirin.
Wezareta Bergiriyê ya Fransayê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand, di operasyonên esmanî yên ku li Reqaya bakurê Sûriyeyê hatine kirin da, bi 10 balafiran 16 bombe li baregehên DAEŞê hatin barandin.
Hat ragihandin ku balafirên Fransayê ji welatên Urdinê û Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî rabûne û baregehên DAEŞê bombe kirin ku di nav wan baregehan da navenda fermandariyê û kampên perwerdeyê jî hene.
Balafirên Fransayê piştî êrîşa terorîstî ya Parîsê duh jî di operasyonên dijî DAEŞê da 20 bombe li baregehên rêxistina terorîstî barandibûn.
Fransa ji meha îlonê û vir de li Sûriyeyê li DAEŞê dixe, hefteya raborî jî tankên petrolê yên di destê rêxistina terorîst da bombe kiribû.
Pêşiyê Fransayê bi hinceta ku "wê rejima Esed bihêztir bibe" beşdarî operasyonên esmanî yên li Sûriyeyê nedibû.
Serokomarê Fransayê François Hollande, duh di axaftina xwe ya parlementoyê da gotibû, ji bo beşdarî operasyonên dijî DAEŞê bibe, roja pêncşemê keştiya balafiran Charles De Gaulle wê bi rêkeve.