2015 ж. 23 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 23 қыркүйек
OÛAGADOÛGOÛ
Sererkan Gîlbert Dîendereyê Serokê Konseya Demokrasiya Neteweyî (CND) ya ku li Bûrkîna Fasoyê ji hêla kesên derbe kirin ve hat damezrandin diyar kir ku niyeta wan ne ewe ku welêt berbi şerê navxweyî ve bibin.
Dîendere daxûyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li hemberî guherîna tevgera artêşê şaş ma, bi hêzên ewlehiyê re tû şer nehat kirin û niyeta "zilamên wî" jî ne ewe ku welêt berbi şerê navxweyî ve bibin lewra hevdîtin didomin.
Ji hêla din ve Îdareya Ragihandinê ya Serokatiya Dewleta Bûrkîna Fasoyê daxuyaniyeke weşand û ragihand ku Serokomarê Senegalê Macky Sall, Serokê Dewleta Benînê Thomas Bonî Yayî, Serokê Dewleta Togoyê Faûre Gnassingbe û Serokê Dewleta Nîjeryayê Mihemmed Buharî ji bo çareserkirina qeyrana li welêt wê bên paytext Oûagadoûgoûyê.
Hatibû gotin ku hevdîtina lihevkirinê ya di navbera Serokê Sererkaniyê Pîngrenoma Zagre û Dîendere ji bo ku li Bûrkîna Fasoyê xwîn nerije dikirin, dewam dike.
Sererkan Gîlbert Dîendere di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku ew li benda biryara lihevkirinê ya ku wê di civîna Yekîtiya Efrîkayê ya li Abûjaya paytextê Nîjeryayê de bê dayîn in û wiha pê de çû: "Hevdîtinên lihevkirinê yên li Abûjayê dewam dikin. Beriya ku em rêveberiyê teslîm bikin li benda encamê ne. Merivên min heke hewce bike ji bo xwe parastinê amade ne."
Artêşa Bûrkîna Fasoyê dûh êvarê bangî derbekeran kir û ji wan xwest ku bile çekan deynin û piştî daxuyaniyê yekîneyên artêşê ketin paytext Oûagadoûgoûya ku eskerên derbeker lê ne. Piştî daxuyaniyê artêş li bendê ye ku eskerên derbeker çekan deynin û derbasî Kampa Eskerî ya Sangole Lamazanayê ya li paytext e bibin.
Di civîna Yekîtiya Efrîkayê ku wê ji bo çareseriya qeyranê îro bê kirin de xalên ku wê li serê bisekinin ev in: "Rêveberiya bila dîsa dewrî Serokê Dewletê Mîchel Kafando bê kirin, bila derbeker bên efûkirin, Blaîse Compaore ku Serokê berê yê Dewletê bû û ji ber serhildana gel dev ji wezifeyê berda ew û xizmên wî bila bikaribin beşdarî hilbijartinên ku bên kirin bibin."
Di 16ê Îlonê de Alaya Mihafizê Serokatiya Dewletê li paytext Oûagadoûgoûyê girtibû ser Lijneya Wezîran û diyar kiribû ku dest danîn ser rêveberiyê. Serokê Dewletê yê berwext Mîchel Kafando, Serokwezîr Yacoûba Îsaac Zîda û wezîrên din hatin binçavkirin û piştî vê yekê jî di bûyerên ku derketin de 10 kes mirin û 113 kes jî birîndar bûn.