Leşkerên Îsraîlê li çend bajarokên Şerîeya Rojava avêtin ser malên filistîniyan û 13 filistînî binçav kirin.
Li gor agahiyan leşkerên Îsraîlê li Anebtaya herêma Tûlkerma ku li bakurê Şerîeya Rojavayê ye avêtin ser çand malan. Di operasyona de 5 filistînî binçav kirin.
Leşkerên Îsraîlê li El-Mezra el-Qibliyye, Deyr Ebû Mîşal û Beyt Rîmaya bajarokên Ramallahê û bajaroka Cenîna li bakurê Şerîeya Rojavayê avêtin ser çend cihan û li vir jî 8 kes binçav kirin. Der heqê serdegirtin û biçavkirinê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.