Hat ragihandin ku hêzên hewayî yên Sûriyeyê li navçeya Azezê û li herêma Merceyê 2 êrîşên hewayî kirin û di encama êrîşan da 18 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên rejima Esed li herêma Meydana Şehidan a li Azezê cih û war bombe kirin. Li gor agahiyan 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûne.
Ji bilî vê, li taxa Merceyê ya Helebê bi firokeyan êrîşên bombeyên warîlê pêk hatin û di encamê de 3 kes mirin.
Duh jî li herêmên Ahmediye, Mesekîn Hananû, Erd'ul Hamra, Sahûr û Maregê yên Helebê êrîş pêk hatibûn û di encamê de 70 kes miribûn û 140 kes jî birîndar bûbûn.