Li Qereçiya bajarê bênderê yê li başûrê Pakistanê, êrîşa çekdarî birin ser otobêsekê. Di êrîşê de li gorî agahiyên ewil 41 kes mirin, nêzî 20 kesî jî birîndar bûn.
Rayedarên polêsan ragihandin ku li herêma Safoorayê, 8 êrîşkarên çekdar bi çar motorsîkletan hatin û otobês dan sekinandin. Êrîşkaran pêşiyê şofêr kuştin, pişt re jî gule barandin ser rêwiyan.
Di êrîşê de li gorî agahiyên ewil 41 kes mirin, nêzî 20 kesî jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji kesên mirin 16 kes jin bûn. Hat îdiakirin ku kesên mirin ji mezhebê îsmaîlî bûn. Her wiha hat gotin ku Serokwezîr Nawaz Şerîf êrîş bi tundî şermezar kir û ji rayedaran rapor xwest.