Hat ragihandin ku yekîneyên Eniya Şamê (Cephe eş Şamiyye) li bakurê Helebê qismekî Bendava Şehbaya ku di destê DAEŞa rêxistina terorê da bû bi dest xist.
Ji fermandarên Eniya Şamê Serpel Ebû Seîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Yekîneyên me li bakurê Helebê qismê aliyê rojava yê Bendava Şehbayê ku di destê DAEŞê da bû, hilda bin kontrola xwe. Her wiha gundê Hassiye û Hasacika der û dora bendavê jî bi dest xistin."
Ebû Seîd daxuyand ku li bakurê Helebê operasyonên li dijî DAEŞê wê dewam bikin û wiha pê da çû: "Armanca me ew e ku em hêla rojhilata bendavê ji DAEŞê bistînin û navçeya Babê xilas bikin."
Ebû Seîd got ku wan bi topên hewan û "cehennemê" va êrîşî der û dora bendavê, cihê ku rêxistina terorê lê ye kir û diyar kir ku yekîneyên Eniya Şamê li navçeya Mariyê û der û dora wê jî êrîşî hêzên DAEŞê kirin.