Li Ramallahê xortê filistînî yê durzî Mistefa Zuhduddîn Esad diyar kir ku naxwaze bibe leşkerê artêşa Îsraîlê.
Esad di merasimeke ku li Qesra Çandê ya Ramallahê hat lidarxistin de daxuyanî da û got: "Ez nikarim bibim leşkerê artêşa Îsraîlê û berê tivingê bidim welatiyên xwe yên filistînî. Îsraîl bi zordestiyê leşkeriyê dide kirin, lê ez vê yekê red dikim û ji bo hemû zehmetiyên ku wê ji ber vê sedemê derkevin hemberî min amade me.
Xortê durzî destnîşan kir ku beriya wî birayê wî Omer leşkerî red kir, 7 caran hat girtin û 160 rojan di girtîgehê de ma lê digel van tevgeran ew dîsa jî ji ya xwe de nehat xwarê û nebû leşkerê artêşa Îsraîlê û wiha pê de çû: "Ez ji durziyên ku li Îsraîlê dimînin re dibêjim bila ew jî wek me tevbigerin û nebin eskerê Îsraîlê.
Bavê Esad, Zuhduddîn Esad jî got: "4 zarokên min hene û ez naxwazim ji wan tu kes di artêşa Îsraîlê de cih bigire. Ew ê berê tivingê nedin filistîniyan. Ez ji bo rojekê jî nebûm eskerê wan. Min rapora dîntiyê stend û xwe ji eskeriyê xilas kir. Zarokên min wê di vê artêşê de eskeriyê nekin."
Parêzer Yamîn Zeydanê berê daxuyanî dabû ragihand ku durzî li Îsraîl ji sala 1956an vir ve mecbûrî diçin esker û di sala 2013an de ji hezar û 500 xortên durzi yên ku ji 18 saliya xwe derbas bûne 912 hebên wan di artêşa Îsraîlê de leşkerî kirin.
Zeydan destnîşan kir ku li Îsraîlê nêzî 110 hezarî durzî hene û li 16 gundan hatine bicihkirin.