Fatih Gazioğlu
15 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2018
QUDIS
Eskerên Îsraîlê di rageşiya li Ramallaha bajarê Şerîeya Rojavayê derket de 14 Filistînî birîndar kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Heyva Sor a Filistînê hat dayîn, eskerên Îsraîlê li Kampa Penaberan ya Emariyê midaxeleyî aktîvîstên ku li ber deriyê malbata Ebû Hemîd nobed digirtin, kir. Di midaxeleyê da 14 Filistînî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar li ser piyan hatine dermankirin û rewşa wan jî baş e.
Eskerên Îsraîlê duh evarê êrîş biribû ser xaniyê malbata El Hemîd û dest bi xirakina malê kiribûn.
Hêzên Îsraîlê 150 aktîvîstên Filistînî ên ku li ber deriyê malê nobed digirtin bi zorê ji wir dûrxistibûn û li stadekê kom kiribûn.
Hêzên Îsraîlê serê sibê xaniyê malbata El Hemîd bi teqemeniyan xirab kiribû. Li ser vê di navbera çalakvan û Filistîniyan de rageşî derketibû.
Hêzên Îsraîlê bi guleyên plastîk û xaza îsotê midaxeleyê çalakvanan kiribû. Di midaxeleyê de Filistîniyan jî bi keviran bersiv dabû eskerên Îsraîlê.