RAMALLAH
Hat ragihandin ku piştî windabûna 3 niştecihên cihû operasyon hatin destpêkirin û di operasyonan de, 468 filîstînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Komeleya Dîlên Filîstînayan de hat diyarkirin ku di 12 hezîranê de 3 niştecihên cihû windabûn. Piştî windabûna niştecihan operasyon hat destpêkirin û di operasyonan de 468 filîstînî hatin binçavkirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avîhay Adreay li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandibû ku şeva borî avêtine li ser 7 saziyên girêdayê Hamasê yên li bajarê Halîliyeyê û di encamê de 37 kesan binçavkirine.