ANKARA
Ofîsa Amûrên Dewletê (OAD) ji bo pisûleyên ku dê di hilbijartina serokomariyê de bên bikaranîn pêvajoya îhaleyê da destpêkirin. Ji bo hilbijartina serokomariyê dê 221 milyon û 547 hezar û 240 pisûleyên reyê bên çêkirin. Ev pisûle dê hem li welêt hem li derveyî welêt bên bikaranîn.
Li gor îlana ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, OAD ji bo amadekirin û çapkirina 221 milyon û 547 hezar û 240 pisûleyên reyê yên ku dê di hilbijartina serokomariyê de bên bikaranîn derket îhaleyê.
Ji bo teklîfên îhaleyê roja dawiyê 9ê tîrmehê ye.