Fatih Gazioğlu
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 23 Tebax 2019
Li Amerîkayê pereyê 10 sentê zîv yê ku ji 125 sal beriya vê maye bi bihayê milyonek û 320 hezar dolarî (7,5 milyon lîre) hat firotin.
Li gor nûçeya ku li kanala CNNê hat weşandin, ji 10 sentên pereyê zîv di sala 1894an da bi tenê 24 heb hatibûn çapkirin.
Li gor xeberê ji wan yek bi bihayê milyonek û 320 hezar dolarî Dell Loy Hansenê berhevokvan û xwediyê Real Salta kûluba fitbolê kirî.
Hansen got ku ji pereyên ku ji sala 1792an vir va heta niha çi hatibe çapkirin, wî ji wan her yek ji xwe ra muheqeq kiriye.
Di sala 2016an pereyekî zîv bi 2 milyon dolarî hatibû firotin.