Kesên ku ji bo bibin hecî çûn mala Xwedê duh êvarê gihaştin herêma Erefata ku 25 kîlometre dûrî Mekkeyê ye. Kesên ku gihaştin herêmê bi şev heta serê sibê Qur'ana Pîroz xwendin û dia kirin. Her wiha nimêja serê sibê jî li vira kirin.
Piştî nimêja serê sibê koma hecacên ji Tirkiyeyê bêşdarî bernameya îrşadê ya Serokatiya Karên Diyanetê bûn. Hin kesên li herêma Erefatê derketin Çiyayê Rehmê. Li gor rîwayeta ev der ew cih e ku Hz. Adem û Hz. Hewa ser rûyê dinê gihiştine hev û tobeya wana pêşîn lê hatiye qebûlkirin. Ji ber vê mirov li wir dia kirin.
Ji ber ku hin kes ji duh êvarê ve li Çiyayê Rehmê bûn, hin kes jî destê sibê gihiştin wê derê û bi hev re dia kirin li derdora Çiyayê Rehmê qerebalixî çêbû.