Ji ber cudahiya hesabên astronomiyê û îxtilafa fiqhî saziyên hiqûqa Îslamê îsal ji bo Eyda Qurbanê 3 rojên cuda hatin eşkerekirin.
Li gelek welatên ku Tirkiye û Erebistana Siûdî jî tev in Eyda Qurbanê di 4ê cotmehê de dest pê dike, Li Iraq, Libnan, Îran, Morîtanya, Fas û Malezyayê eyd di 5ê cotmehê de dest pê dike, li Pakistan û Hindistanê jî 6ê cotmehê eyd e.
Welatên ku ew ê eydê di 4ê cotmehê de pîroz bikin ev in:
Tirkiye, Erebistana Siûdî, Suniyên Iraqê, Suniyên Libnanê, Filistîn, Sûriye, Urdun, Misir, Uman, Yêmen, Somalî, Behreyn, Kûweyt, Qetar, Emirtiyên Erebên Yekbûyî, Sûdan, Sûdana Başûr, Tûnis, Cezayir, Libya, Nîjerya, Gana, Uganda, Awistirya, Îtalya, Belçika, Swêd, Giravên Kanaryayê, Fransa, Danîmarqa, Rûsya, Îngiltere, Koreya Başûr, Kanada, DYA, Amerîkaya Latîn û Qarayîp.
Welatên ku ew ê eydê di 5ê cotmehê de pîroz bikin ev in:
Îran, Iraq, Şiiyên Libnanê, Morîtanya, Fas, Afrikaya Başûr, Kenya, Zambiya, Japonya, Malezya, Endonezya û Zelandaya Nû.
Pakistan û Hindistanê eydê di 6ê cotmehê de pîroz bikin.