Beriya cejna qurbanê, di bazarên heywanan de qerebalix heye. Welatî, heywanên xwe yên ku bi bazariyên dirêj distînin, bi awayên balkêş dibin. Kesê ku nexwest navê wî bê diyarkirin, 6 mihên ku ji Bazara Heywanan ya Şanliurfayê standin, bi hev re xistin erebê û bir.
Ajokar 5 heywanên qurbanê li paldanka piştê, a din jî li baxajê bi cî kir. Kesên li derûdorê di bicîkirina heywanan de arîkarî dan ajokar.