Dinya

Li Misrê bi milyonan kes beşdarî nimêja eydê bûn

Li Misrê bi milyonan kes ji bo nimêja Eyda Qurbanê li mizgeftan kom bûn.

Fatih Gazioğlu  | 11.08.2019 - Rojanekırın : 12.08.2019
Li Misrê bi milyonan kes beşdarî nimêja eydê bûn

Al Qahirah

Li Misrê bi milyonan meriv ji bo nimêja Eyda Qurbanê li mizgeftan kom bûn.

Gelê Misrê li Qahireya paytext piranî li mizgeftên El Ezher û El Huseyînê kom bûn. Ji bilî van mizgeftên dijî tijî bûn. Ji bo nimêjê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin hildan.

Piştî nimêjê dîmênên rengîn derketin holê. Bi hezaran merivî eyda yêkûdu pîroz kir û zarokan destê mezinan maç kir.

Serokomarê Misrê Ebdilfettah Sîsî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eyda gelê Misrê pîroz kir.

Wezareta Weqfan ya Misrê li hemû welêt ji bo nimêja eydê 6 hezar û 500 meydan kifş kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın