Tirkiye

Terorîstê di kategoriya sor da lê digeriyan li Silêmaniyeyê bi operasyona MÎTê hat berterefkirin

Ferdi Türkten  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 23.06.2021
Terorîstê di kategoriya sor da lê digeriyan li Silêmaniyeyê bi operasyona MÎTê hat berterefkirin

Ankara

 Li Silêmaniyeya bajarê Herêka Kurdistana Iraqê bi operasyona MÎTê va terorîst Ulaş Doganê PKKyî yê navlêka wî "Ulaş Dersim" yê ku di kategoriya sor da cî digirt û bi bultena sor lê digeriyan hat berterefkirin.

Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê MÎTê agahî hilda ku terorîst Dogan hewl dide êrîşî Tirkên li bakurê Iraqê bike.

Hat ragihandin piştî operasyonên li Iraq û Sûriyeyê yên serkeftî Dogan ji bo bersivekê bide Tirkiyeyê li bajarên bakurê Iraqê hewl dide gelê sivîl dijî Tirkiyeyê provoke bike û der barê Tirkên li wir dijîn da jî agahiyan berhev dike.

Terorîst Doganê ji bo plana çalakiyê bike hat herêmê bi operasyona MÎTê va li Keladiza navçeya Silêmaniyeyê hat berterefkirin.

- Failê gelek çalakiyan bû

Hat gotin terorîstê ku berê li Tunceliyê gelek çalakî kiriye, li herêmê di nav çalakiyên wek bicihkirina mayinan, rêbirînê, şewitandina wesayîtan û dafikdanînê da jî cih girtiye.

Piştî van çalakiyan Dogan qaşo wek rêvebirê Hakurkê hatiye wezîfedarkirin û paşê jî bûye qaşo berpirsyarê hêzên xwe parastinê yên Iraqê.

Hat daxuyandin di 22yê Hezîrana 2011an da li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê 2 polês, di 4ê Îlona 2011an da li Tunceliyê polêsek û jina wî hatin şehîdkirin ku van êrîşan Doganbi rê va biriye.

Ji bilî vê Dogan telîmata gelek êrîşên terorê daye ku yek ji wan jî di 22yê Tebaxa 2012yan da li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê şehîdkirina gundparêzekê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın