İbrahim Atmaca
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
KUDUS
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ku di bin îşxala hêzên Îsraîlê da ye, 19 Filistînî hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li herêma Şerîaya Rojava û Ramallahê operasyon hat kirin û bi îdiaya ku 15 jê "têkiliya wan bi Hamasê ra" heye 19 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku matbaayeke ku li gor îdiayê weşanên "tehrîk dikir" jî hat girtin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê hema her roj diavêje ser malan û bi hincetên curbecur va Filistîniyan binçav dike.
Li gor daneyên fermî di girtîgehên Îsraîlê da 350 jê zarok, 62 jê jin, 6 jê parlamenter, 500 jê girtiyên îdarî nêzî 7 hezarî Filistîniyên girtî hene.