13 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2015
ÎSLAMABAD
Li bakurê rojavayê Pakistanê êrîşeke bibombe hat kirin û li gor agahiyên ewil di êrîşê de 10 kes mirin.
Hat ragihandin ku li herêma eşîra Hurramê di navendeke dan û stendinê de êrîş hat kirin.
Rayedaran daxuyand ku di êrîşa bibombe de herî kêm 10 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Leşker û hêzên paramilîs çûn cihê bûyerê. Heta niha tu kesî berpirsyariya vê êrîşê qebûl nekir.