Li Sînda eyaleta başûrê Pakistanê, pêşiya mirinên ku ev 10 rojên dawî ji ber germahiya zêde çêdibe nayê girtin. Bi taybetî jî li Karaçiya paytextê eyaletê ji ber ku germahiya zêde hê dewam dike û av û ceyran jî tê birîn hêjmara miriyan zêde dibe.
Piraniyê kesên ku ji ber germahiya zêde mirin, kesên bêxwedî, xebatkarên di şert û mercên ne baş de dixebitin û kal in.
Midurê giştî yê bêşa tenduristiyê yê Eyaleta Sîndê Hasan Murad daxuyanî da nûçegihanan û got ku ji 20 hezîranê heta niha li navenda Karaçiyê ji ber germahiya zêde 1200 kes mirin.
Her wiha Serokê Eyaletê Seyyîd Kaîm Alî Şah jî gotubû ku ji bilî Karaçiyê li herêmên derdorê bi tevahî 200 kes ji ber germê mirin. Li gorî hêjmarên dawî li giştiyê welêt bi tevahî 1400 kes mirin.
Li gorî agahiyên ji bêşa Meteorolojiyê ya Pakîstanê hat girtin, ji sibê êvarê pêve bi saya bayê ku ji ser Okyanûsa Hintê bê, tê hêvîkirin ku li Karaçiyê baran bibare.