Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşê dema ku konvoya leşkerî di herêma Mîr Elî re derbas bû, milîtanên Talibanê bi çekên mezin êrîşî ser wan kir û pevçûn derket. Di pevçûnê de 11 milîtan hatin kuştin, 4 leşker jî mirin.
Hêzên Hewayê ya Pakistanê duh sibê li herêma Mîranşaha li ser Wezîristana Bakur ji hewayê ve êrîş biribû li ser sitargehên milîtanên Talibanê û herî hindik 60 milîtan kuştibûn.