BERLÎN
Li Almanyayê nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên ku aîdê welatiyên Tirkiyeyê ne bertek nîşanî bangeşeya reşkirina Tirkiyeyê ya ku di çapemeniya Almanî de tê kirin dan.
Serokê Giştî yê Yekîtiya Demokratên Tirk ên li Ewropayê Suleyman Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beriya serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a Kolnê di çapemeniya Almanî de nûçeyên ku Tirkiyeyê xerab nîşan didin tên weşandin û wiha pê de çû: "Çapemeniya almanî ji bo ku Tirkiyeyê xerab nîşan bide bi hewl û xîreteke hevpar dixebite. Tu dê bibêjî ku ev operasyon li derekê tê birêvebirin û çapemeniya almanî li dijî Tirkiyeyê bangeşeya reşkirinê wek sala par dîsa dike. Weke ku hin kesan ji çapemeniya vê derê re bi dizî hin tişt gotine û ew jî Tirkiyeyê xerab nîşan didin."
Serokê Giştî yê Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Ewropayê Îhsan Oner jî destnîşan kir ku di rojên dawîn de di çapemeniya almanî de li dijî Tirkiyeyê nûçeyên derew tên weşandin û wiha dewam kir: "Bi rastî min tu carekê nedît ku di çapemeniya almanî de der heqê Tirkiyeyê de tiştekî baş hatibe weşandin. Dibêjin li Tirkiyeyê çapemenî ne azad e, filan tişt tuneye bêvan tişt tuneye. Li vî welatî îslamofobî û dijminiya li dijî Tirkiyeyê heye. Niha jî ew bobelata ku li Somayê qewimî ketiye devê wan. Ev 40 sal e ku ez li Almanyayê me û min pir kêm dîtiye ku tiştekî baş ji bo Tirkiyeyê hatiye gotin."
Serokê Giştî yê Komeleya Hemû Karsaz û Pîşesazan a Ewropayê Cahît Kerencîler jî da zanîn ku wisa bawer dike piştî serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ev bangeşeya reşkirinê ya ku li dijî Tirkiyeyê tê sepandin dê bi dawî bibe.