BRUKSEL
Li Ewropayê ji bo hilbijartina 751 endamên nû yên Parlementoya Ewropayê sibê li Hollanda û Îngilistanê hilbijartin dest pê dike û di nav 4 rojan de li welatên din jî dê bê kirin.
Niha 28 welat endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne û ji van welatan jî bi tevahî 751 endam di Parlementoya Ewropayê (PE) de cih digrin. Ji bo hilbijartina endamên nû sibê li Îngilistan û Hollandayê hilbijartin dest pê dike. Hilbijartina endamên PEyê di navbera 22 û 25ê gulanê de tê kirin.
Nifûsê YEyê ji 500 milyon kesî zêdetir e û ji bo hilbijartinê jî herî kêm 400 milyon kes dê ray biavêjin lê niha qisaweta herî mezin ew e ku hilbijêr neçin ser sindoqan. Lewra her ku diçe li YEyê dengdayîn kêmtir dibe.
Li YEyê ji bo hilbijartina PEyê hilbijartina ewil di 1979an de hat kirin û ji wê hilbijartinê heta niha di hilbijartinên ku tên kirin de hejmara kesên ku ray diavêjin dadikeve.
Li gor encamên lêkolînên dawîn wisa xuya dike ku deng herî zêde li Belçîka, Luksembûrg û Rêveberiya Rûm a Qibrîsa Başûr dê bê dayîn. Lewra li wan welatan jî deng dayîn mecbûrî ye.
17 hezar namzed hene
Di hilbijartinên YEyê de ji bo 751 kursiyên PEyê ji her hêl û aliyî bi tevahî 17 hezar namzed hene.
- Di PEyê parlementerên Almanyayê zêde ne
Ji ber ku Lihevkirina Lîzbonê ket rewacê hejmara 766 kursiyên di PEyê de daket 751 kursiyan û Almanyaya ku xwediyê 99 kursiyan bû, 3 kursî winda kir û bû xwediyê 96 kursiyan. Bi vê hejmarê di PEyê de herî zêde endamên Almanyayê hene, endamên Fransayê 74 in, yên Îngilistanê 73 û yên Îtalyayê jî 73 ne.
- Hilbijartin dê 4 rojan bidome
Li piraniya Ewropayê dengdayîn dê roja yekşemê dest pê bike lê li Îngilistan û Hollandayê deng dayîn sibê dest pê dike. Her welatekî li gor rewşa xwe ji bo dengdayînê roj eşkere kiriye û ji ber vê jî roja înê, şemî û yekşemê dê deng bên dayîn lê hetanî êvara yekşemê dayîna encamên hilbijartinê qedexe ye.