HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji bo hin hevdîtinan bike çû Fransayê.
Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya serokatiya HKIê hat weşandin, di bernameya Ewropayê ya Barzanî de serdana Fransa, Vatîkan û Îtalyayê heye. Pêşiyê Barzanî dê biçe Fransayê li vir bi Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande re dê hevdîtin bike. Di hevdîtinê de dê li ser têkiliyên siyasî û bazirganiyê yên di navbera HKI û Fransayê de rawestin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Barzanî li Vatîkanê dê bi Serokê Katolîkan Papa Francîscûs re hevdîtinê bike û li Îtalyayê jî dê bi erkdarên dewletê re bê bal hev.