14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku li bûyerên tundiyê û êrîşên bibombe yên li çendîn deverên Bexdaya paytexta Iraqê da 9 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn.
Ji emniyeta Iraqê sertegmen Nasir Henûn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li rojhilatê Bexdayê li devera Ubeydiyê ji aliyê hin kesên nasnamenediyar va êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî qewimî û di encamê da kesek mir, 6 kes jî birîndar bûn.
Henûn herwiha diyar kir ku dîsa li başûrê paytextê li semtê Wehdeyê li hemberî bazareke gel êrîşeke bibombe rû da û di encamê da 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn.
Hanûn got ku li navçeya Ebû Gureybê ser kolana Tuccarî jî êrîşeke din hat kirin û di vê êrîşê da jî 2 kes mirin, 8 kes birîndar bûn, li semtê Gadirê dema merasimeke dînî ya welatiyên şiî da êrîş hat kirin. Di vê êrîşê da kesek mir, 7 kes birîndar bûn.
Hanûn diyar kir, li başûrrojavayê paytext, semtê Hayyul Amilê kesên ku nasnameya wan ne diyar e, gule agir kirin û sivîlek mir, li semtê Talîbiyyeyê jî li kêleka rêyekê du cesedên mêran hatin dîtin û gule li bedena wan ketibûn.