14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da firokeyên cengê yên Hêzên Asîmanî yên Tirkiyê li herêma Babê ya Sûriyê li hemberî 15 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hemleyên asîmanî li dar xistin û di encamê da du navendên kontrola komutayê, cebilxaneyek, du baregeh û 10 kozikên berevaniyê hatin jinavbirin.
Operasyona Mertalê Feratê ya ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) va, di 24ê tebaxê da bi armanca di serî da DEAŞ, berterefkirina gefên rêxistinên terorê, cîbicîkirina emniyeta sînor û piştevaniya hêzên hevpeymanê, hatibû lidarxistin, berdewam e.
Di dawiya roja 83yemîn a hemleyê da li devera Mare û Raiyê bi destê Grûba Hêza Peywira Taybet a ku ji unsûrên muxalif pêk tê va, digel alîkariya gulebarana ji erd û asîman li 7 deverên xwecihî (Qubbet Şêx, Susiyan, Hades, Vagan, Ewlan, Dana, Qadiran) bi piranî kontrol pêk hat, bona kontrola têkûz jî xebatên paqijkirina mayîn û teqemeniyên destçêkirî berdewam e.
- 9 mixalif şehîd ketin, 52 mixalif birîndar bûn
Di pevçûnên nava rojê da 9 mixalif şehîd ketin, 52 mixalif birîndar bûn. Li herêma Danayê ya ku dikeve bakurê Babê wesaîta cengê ya bizirx bi rokêta dietankê va hat lêxistin û 4 personelên TSKyê birîndar bûn. Hêzên PYD/PKKê hewl didin ku herêma Tall Jijanê bi dest bixin. Ev hedef jî bi tank û topan hatin jinavbirin û 10 mensûbên PYD/PKKê hatinkuştin.
Mixalif ji destpêka operasyonê heta niha kontrola 202 cî û warên ku li ser hezar û 620 kîlomêtrekareyî ne, bi dest xistin.
35 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û 6 hedefên PYD/PKKya rêxistina terorê ku bi wesaîtên keşfê va hatin tesbîtkirin, hatin teqandin. Cihên ku terorîst lê dimînin, kozikên parastinê, baregeh, çek û wesîat hatin îmhakirin.
- Li Babê hêzên koalîsyonê operasyona asîmanî nekirin.
Duh saet di navbera 10.44-11.53 û 20.47-21.22an de balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkiyeyê li herêma Babê operasyon kirin. 16 êrîş bi 15 hedefan hatin kirin. Di êrîşan de du navendên kontrolê, baregeheke çekan, du avahiyên baregehan û 10 mewziyên parastinê yên rêxistina terorê DEAŞê hatin îmhekirin. Di vê navberê de hêzên koalîsyonê operasyona asîmanî nekirin.
Li herêmên ku ji DAEŞê hatine pawijkirin 14 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin, hatin îmhekirin.
Ji destpêka heraketê heta îro 36 mayîn, hezar û 520 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.
Li ser xeta Sûriyeyê çavdêrî û kifşkirin ji hêla droneyan ve dewam dike.