Elif Orhan
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 18 Gulan 2019
Hat ragihandin ku polês li êrîşkarê ku li Espoloya bajarê Fînlandiyayê 2 heb bombeyên destan avêt hewşa mizgefta kesên ji Afrîkaya Bakur digere.
Di daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê ya Espoloyê da hat diyarkirin ku êrîş 3 roj berê niha di dema nimêja terawîhê da hat kirin û li kesekî ku bi wesayîtê ji cihê bûyerê reviyan digerin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku êrîşkar 2 bombeyên destan yên bidestçêkirî avêtiye mizgeftê û di teqîna ku çêbû da tu tişt bi tu kesî nehat.
Li paytext Helsînkiyê jî 3 meh berê li ser dîwara mizgeftekî nivîsên ku tê da gotina nefredê ya dijî îslamê hene hatibû nivîsandin.