Fatih Gazioğlu
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Tetwana navçeya Bidlîsê pereyên ku ji bo alîkariyê mizgeftê hatibû komkirin hatin dizîn.
Li gor agahiyan, bûyer li taxê Tugê li mizgefta Îbadullahê qewimî. Serê sibê melayê mizgeftê dema ji bo nivêjê çû mizgeftê tespît kir ku kaseya pereyan û qotiya alîkariyê hatiye dizîn.
Meleyê mizgeftê li ser vê cab da polêsan. Polêsan ji bo girtina şikbaran dest bi xebatê kir.
Dema diziyê ji hêla kameraya mizgeftê va hat qeydkirin.
Serokê Komeleya Mizgefta Îbadullahê got ku Abdulbarî Aksoy daxuyanî da û got ku dizan kaseya pereyan derxistiye derva û wiha axivî: "Dizî şev saet 02.00an da çêbû. Em pereyên zêde di kaseyê de nahêlin. Herî zêde 50 yan jî 100 lîre em tê de dihêlin. Pereyê tê da ligel xwe birin. Qebloyên kamerayê jî bi meqesê birîne."