Tirkiye

Li Bidlisê 315 miyî xwe ji kendal avêt

Li Bidlîsê 315 miyî xwe ji kendal avêt û mirar bûn.

Haydar Şahin  | 05.11.2019 - Rojanekırın : 06.11.2019
Li Bidlisê 315 miyî xwe ji kendal avêt

Bitlis

 Li Bidlîsê 315 mî di kendal da ketin û mirar bûn.

Bi hatina sermayê koçeran dest bi dagêrê kirin, 315 miyên koçeran li tanga Kevirê Qul xwe ji kedêl ra avêtin.

Di bûyera li tanga zinaran qewimî da mî mirar bûn.

Xwediyên pêz gelekî li ber xwe ketin û haya ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanan pê xistin, ekîb hatin li herêmê dest bi lêkolînê kirin.

Mehmet Salih Çevîkê mixtarê gundê Yalnizçamlarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku pezê heywandaran li kendêl mirar bûn xwediyên wan gelekî li ber xwe ketin û mexdûr bûn.

Çevîk diyar kir ku pezê 3 malan mirar bûn û wiha pê da çû: "Kêmzêde 30 kesî ji van heywanan debara xwe dikir. Her sal dema hewa sar dibe xwediyê heywanan pezê xwe dibin Sêrtê. Qasî 6 mehan li wê derê dimînin û paşê dîsa tên derdikevin zozana vê derê. Ji ber ku pezê wan mirar bû mexdûr bûn. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."

Abdulhalik Tarhanê ji xwediyên heywanan diyar kir ku biharê pezê xwe derdixin zozanan û wiha axivî: "Pezê min ji zinaran da ketin û mirar bûn, em jî bûn hewcedar. Me debara xwe bi wan dikir. Em ji rayedaran çareseriyekê dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın