Gundiyên Kisikliya navçeya Gevera Hekariyê, ji bo gelê Kobanêyê yên ku ji êrîşên DÎŞIyê reviyan 100 pez bexşandin.
Gundiyan bang kir ku ji bo penaberan alîkarî bê berhevkirin. Yên ku xwestin alîkariyê bikin, anîn pez û pere bexşandin.
Hat gotin ku ev pezên hatine bexşandin dê bên firotin û bi pereyên wan ve jî ji bo penaberan xwarin û cil û berg dê bê stendin.
Ji gundiyan Behçet Ozdemir got ku wî ji bo qurbanê pezek kiriye lê wî ev pez ji bo gelê Kobanêyê yên ku xwe spartine Tirkiyeyê bexişand.
Ozdemir bal kişande ser rewşa penaberan û wiha axivî:
"Me qurbanên xwe yên vê salê ji bo gelê xwe, yê ku di nav rewşeke nebaş de dijîn bexşand. Me kampanyayeke alîkariyê li dar xist. Gundiyên Kisikliyê jî hinekan heywanên xwe û hinekan jî pere bexşandin. Em ê pere û erzaqên ku hatin berhevkirin ji xwîşk û birayên xwe re bişînin. Êşa wan êşa me ye."