Nazli li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê dixebitî û ji bo amadehiyên deweta xwe dihat Bîngolê. Nazliyê ku di qezaya tankêrê de birîndar bû li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erziromê dihat dermankirin.
Cinazeyê Nurullah Nazliyê ku dergistî bû û qewlê deweta wî danîbûn li Gênca navçeya Bîngolê hat definkirin.
Pismamê Nazli, Fatîh Nazli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Nurullah li Hewlêrê dixebitî û ji bo amadehiyên deweta xwe dihat Bîngolê.
Heger Nazli di qezaya tankêra LPG barkirî de nemira, îro qewlê deweta wî bû.
Di 22yê tîrmehê de li Licêya navçeya Diyarbekirê tankêreke LPG barkirî welgeriyabû û di encama teqîna tankêrê de agir bi du otobusên ku ji wir re derbas dibûn ketibû û di encamê de jî 70 kes birîndar bûbûn.