Ji ber bûyerên Licêyê komekê li Gaziya taxa Siltangaziyê li pêşiya Lîseya Şaîr Albay rê ji çûyîn û hatinê rê girt, bi dezgeyên bazarê ve barîkat çêkir û agir berî barîkatê da. Çalakvan bi dirûşmeyan ve meşiyan û molotof û kevir avêtin hêzên ewlekariyê.
Polêsan hişyarî da çalakvanan lê belê çalakvan belav nebûn û polêsan bi ava tazyîk û gaza îsotê ve midaxileyî çalakvanan kir.
Piştî midaxileyê çalakvan di nav kuçeyan de belav bûn.
Li Gevera navçeya Hekariyê çalakvan li Kolana Cengiz Topel civiyan û bi molotof û keviran ve êrîşî polêsên ku di kuçeya Eczanelerê de ji bo ewlehiyê disekinîn kirin.
Polêsan bi gaza îsotê mixdaxileyî çalakvanan kir û kom belav kir û piştî vê çalakvan dîsa civiyan û barîkat danîn ser rê û rê ji çûyîn û hatinê re girtin.
Polêsan bi gaza îsotê û ava tazyîk ve midaxileyî çalakvanan kiri û di wê demê de dikandaran jî ji ber bûyeran dikanên xwe girtin.
Li Nisêbîna navçeya mêrdînê jî komeke DBPyî daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê çalakvan bê destûr meşiyan û êrîşî hêzên ewlekariyê kirin û li ser vê yekê polêsan midaxileyî çalakvanan kir.
Çalakvanên ku di nav wan de Şaredarê Nisêbînê Sara Kaya, Hevserok Cengiz Kok û Serokê Navçeyê yê DBPê Zînet Agan jî hebûn ji kolana Şîrînê heta sînorê Sûriyeyê meşiyan û li wir daxuyanî dan.
Piştî daxuyanîyê hin çalakvanên ji komê li ser kolana Çaxê barîkat danîn û rê girtin.
Li ser hişyariyê çalakvan belav nebûn û bi motof û fîşengên hewayî ve êrîşî polêsan kirin. Li ser vê yekê polêsan bi ava tazyîk û gaza îsotê ve midaxileyî çalakvanan kir. Piştî midaxileyê çalakvan di nav kûçe û kolanan de belav bûn. Li navçeyê ragêşî hê didome.