VAN
Li Saraya navçeya Wanê terorîstan li hemberî leşkeran kemîn danîn û bi çekên lûledirêj ve jî gule berî ser wan dan. Di êrîşê de serpelek hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda tîma leşkerî ya Fermandariya Qereqola Sînorê Yamanyûrtê ji bo ku rê li pêşiya qaçaxçîtiya li Saraya navçeya sînorê di navbera Tirkiye û Îranê de bigire dewriye dikir. Terorîstan li dijî tîma leşkerî kemîn avêtin û bi çekên lûledirêj ve gûle berî ser tîmê dan.
Ji ber guleyên terorîstan serpelekî can da û leşkerek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku terorîstan ji tariya şevê îstifade kir û reviyan.
Navê serpelê ku li Miksa navçeya Wanê hat kuştin eşkere bû
Li Miksa navçeya Wanê terorîstan li hemberî leşkeran kemîn danîn û bi çekên lûledirêj ve jî gule berî ser wan dan. Di êrîşê de serpel Emre As (23) hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.