Mesut Varol
01 Gulan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
VAN (AA) - Li Wanê ji ber bilindahî û erdnîgariyê li hin herêman germa hewayê ji hev cudatir e. Li taxa çiyayî ya li ser navçeya Çatakê heywan li mêrg û mexelan diçêrin, lê li ser rêya Bahçesaraya (Miks) ku 16 kîlomêtre dûr e jî bi mêtreyan berf heye.
Li Wanê bi germbûna hewayê ra daran kulîlk veda, mêrg û mexel bi xwe va hatin û hêşîn bûn.
Welatiyan pez û dewarên ku çend meh bûn di gom û tewleyan da xwedî dikirin, berdan mêrg û mexelan.
Qeraxên Gola Wanê û Girava Axtamarê bi kulîlkên darên behîvê rengîn bûn. Her wiha li herêmên ku bi guldexwînan xemilîn, hemû rengên biharê tên dîtin. Li hin deverên Wanê jî rojên ku ji zivistanê mane, tên dîtin.
Li Taxa Narlicaya Jorîn a ku rê tê ra diçe navçeya Miksê, rêncberan heywanên xwe berdane çêreyê, 16 kîlomêtre dûrî vê derê jî di rêya Miksê da ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan berfê davêjin ku rê vekin.
Şefê Ekîba Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan Murat Yucel ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal li herêmê berf zêde barî.
Rêncber Salih Kaplan jî wiha got, "Li aliyê me yê rastê hê çend mêtre berf heye, li aliyê me yê çepê bihar hatiye. Li jêrê heywan li mêrg û mexelan diçêrin, piçekî wêdatir berfê rê girtiye."