Jiyan

Li Agiriyê rêwîtiya dijwar a koçeran a ber bi zozanan dest pê kir

Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş  | 01.05.2024 - Rojanekırın : 07.05.2024
Li Agiriyê rêwîtiya dijwar a koçeran a ber bi zozanan dest pê kir

Ağrı

 Piştî ku dinya germ bû, koça koçeran a ber bi zozanên Agiriyê dest pê kir ku têrçêre û av in.

Li zozanên raqimbilind ên Agiriyê yên ku her sal Îdir û Bidlîs di serî da heywandarên ji parêzgehên nêzîk diezimînin, bi germbûna hewayê ra bûye xulexula belekiyan, belekiyên berfê vedihelin.

Koçerên şêniyên Îdirê, amadekariyên xwe kuta kirin û birên pezê xwe ber bi zozanên Agiriyê derxistin rê.

Hilgêra zozanan a dijwar a tevî kalekala mîh û berxan, ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) bi dronê hat kişandin.

Abdurrahman Dogruyolê koçer ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew li bajaroka Xelfeliyê ya Îdirê dijîn û ew salê pezê xwe dibin zozanekê.

Dogruyol bal kişand ku jiyana koçeriyê bi zehmet e, lêbelê ew ji bo heywanên xwe neçar in vê bikin.

Suat Dogruyol jî bal kişand, ji ber ku Îdirê havînê pir germ e, ew heywanên xwe dibin zozanan û wiha dewam kir, "Rêwîtî zehmet derbas dibe. 1-2 roj rêya me maye em bigihêjin zozanê. Em şevan heywanên xwe li guhiran didin mexel. Em li dijî guran têdikoşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın