Fatih Gazioğlu
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 06 Mijdar 2019
Li Enqereyê ji 94 kesên ku bernameya ByLockê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) emilandine û der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 69 kes hatin binçavkirin
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat diyarkirin ku der heqê 94 kesên ku bernameya ByLockê ya FETOyê emilandine da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Hat diyarkirin li ser telîmatê ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Malî ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê derketin operasyonê û ji şikbarên ku der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 69 kes hatin binçavkirin.