Dinya

Ji Çînê bo Tirkiyeyê daxwaza "zêdekirina hevkariya stratejîk"

Mişawirê Dewletê û Wezîrê Karên Derva yê Çînê Vang Yî: "Tirkiye û Çîn du welat in ku berev pêşketinê diçin û piyaseyên wan radibin"

Önder Beyter  | 16.05.2019 - Rojanekırın : 18.05.2019
Ji Çînê bo Tirkiyeyê daxwaza "zêdekirina hevkariya stratejîk"

Beijing

Mişawirê Dewletê û Wezîrê Karên Derva yê Çînê Vang Yî diyar kir ku Tirkiye û Çîn du welat in ku berev pêşketinê diçin û piyaseyên wan radibin û wiha got, "Di şertên heyî yên navneteweyî da gelekî girîng e ku Tirkiye û Çîn kordînasyon, hevkarî û konsensusa stratejîk zêde bikin."

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Sedat Onal di çarçoveya ziyareta Çînê da li paytext Pekînê li Mêvanxaneya Dewletê Congnanhay ji aliyê Mişawirê Dewletê û Wezîrê Karên Derva yê Çînê Vang Yî hat qebûlkirin.

Vang di beşê vekirî yê hevdîtinê da bal kişand ku berjewendiyên hevpar ên herdu welatan gelek in û wiha dewam kir, "Tirkiye û Çîn du welat in ku berev pêşketinê diçin û piyaseyên wan radibin. Di şertên heyî yên navneteweyî da gelekî girîng e ku Tirkiye û Çîn kordînasyon, hevkarî û konsensusa stratejîk zêde bikin."

Onal jî diyar kir ku ziyareta Çînê bi ber û berhem derbas bû. Herwiha Onal, Wezîr Vang ji bo Konferansa Balyozan ku dê tebaxê li Tirkiyeyê were lidarxistin, dawet kir.

Balyozê Tirkiyeyê li Pekînê Abdulkadir Emin Onen jî di hevdîtinan da hevaltiya Onal kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın