23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
CENEVRE
Li Cenevreya bajarê Swêdê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser Sûriyeyê hevdîtinên ku cara 4emîn e tên kirin, bi civînên dualî va dest pê kir.
Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê NYê Staffan de Mîstura li avahiya NYê bi heyeta rejima Beşar Esed û mixalefetê ra cuda cuda hevdîtin kir.
Mîstura pêşiyê bi heyeta ku Beşar Ceferiyê Nûnerê Daîmî yê NYê serokê wê ye ra hevdîtin kir. Hevdîtinê nêzî nîv saetê dewam kir û pişt ra Mîstura bi heyeta mixalefetê ra hevdîtin kir.
Serokê heyeta li ser navê mixalifan Nasir Herîrî, Alîkarê Serokê Komîteya Bilind a Mizakereyan Yehya Kadamanî û sermizakerevan Mihemmed Sabra beşdarî hevdîtinê bû.
Vekirina fermî ya 4emîn tûra hevdîtinan jî piştî nîvro kirin.
Li bendê ne ku xêncî mixalifan û rejima Beşar Esed nûnerên endamên Koma Piştevaniyê ya Navneteweyî yên wek Rûsya, Tirkiye, Îran û DYAyê jî beşdarî rûniştina vekirina li NYyê bibin.
Li ser navê Tirkiyeyê Sedat Onalê Alîkarê Misteşarê berpirsiyarê Rojhilata navîn ê Wezareta karên Derva û heyeta pê ra ew ê beşdarî hevîdtinan bibin.
Di hevdîtinan da Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYAyê Mîchael Ratneyê li Amerîkayê temsîl bike, Nûnerê Daîmî yê Cenevreyê yê NYyê yê Rûsyayê jî ew ê welatê xwe temsîl bike.
Li bendê ne ku Sergey Vershînînê Dîrektorê Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ê Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê jî bê Cenevreyê.
Mîstura do di daxuyaniya xwe da eşkere kiribû ku çarçoveya hevdîtinan biryara bi hejmara 2254an a Konsêya Ewlekariya NYyê ye.