Ahmet Aydın
19 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got, "Em derbasî asteke nû ya têkoşina dijî DEAŞê dibin. Em îdî eskerên Amerîkayê vedikişînin welêt."
Sandersê derbarê piştî ku Serokê Ameîkayê Donald Trump destnîşan kir ku DEAŞa ku take sedema hebûna wan a li Sûriyeyê bû, têk birin, derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de Sandersê got, "Berî 5 salan DEAŞ li Rojhilata Naverast gelekî bi h3ez bû û nuha Amerîkayê ew koma ku li herêmê xelîfetî ragihandibû têk bir.
Berdevk Sandersê anî ziman ku serkeftinên li hember DEAŞê yên li Sûriyeyê, nayê wateya xilasbûna Koalisyona Kurewî û wiha pê de çû: "Em derbasî asteke nû ya têkoşina dijî DEAŞê dibin. Em îdî eskerên Amerîkayê vedikişînin welêt."
Trump îro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotibû, "Di serdema seroktiya min de, me DEAŞa ku take sedema hebûna me ya li Sûriyeyê bû, têk bir."
Di medyaya Amerîkayê de hatibû îdiakirina ku artêşa Amerîkayê plan dike nêzîka 2 hezar eskerê xwe yên ku li Sûriyeyê ne vekişîne.