Herekata Kaniya Aştiyê

Amerîkayê beriya operasyonê perwerdeya amadehiyê daye YPG/PKKyê

Amerîkayê li Sûriyeyê li ser îxtimala operasyona Tirkiyeyê ya li rojhilatê Feratê perwerdeya amadehiyê daye endamên YPG/PKKya rêxistina terorê

16.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Amerîkayê beriya operasyonê perwerdeya amadehiyê daye YPG/PKKyê

Washington DC

 Derket holê ku Amerîkayê li Sûriyeyê li ser îxtimala operasyona Tirkiyeyê ya li rojhilatê Feratê perwerdeya amadehiyê daye endamên YPG/PKKya rêxistina terorê.

Kovara Amerîkayê Foreîgn Polîcyê wek çavkanî rayedarekî eskerî yê Amerîkî nîşan da û nûçeyek weşand.

Di nûçeyê da hat gotin piştî ku Tirkiyeyê li Efrînê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê Herekata Çiqlê Zeytûnê kir rêxistinê li ser îxtimala operasyona Tirkiyeyê ya li rojhilatê Feratê tunelên mezin çêkirin.

Hat gotin rêxistinê ev tunel çêkirin ku li hemberî operasyonên esmanî xwe biparêze, heta hêzeke wek Rûsyayê bigîhîje wan li hemberî Artêşa Tirkiyeyê ew li ber xwe bidin.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin eskerên Amerîkayê li ser îxtimala operasyona Tirkiyeyê perwerdeya amadehiyê da endamên YPG/PKKya rêxistina terorê, rê û rêbazên xwe parastinê nîşanî wan dan.

Amerîkayê gotibû wan li herêma di navbera Tel Ebyad û Resulaynê da sitargehên YPG/PKKyê xirab kiriye.

Ajansa Anadoluyê dîmenên van tunelan weşandibû û ji rayedarên Amerîkî pirsîbû ku ka ev tunel wê bên hilweşandin an na, lê rayedarên Amerîkî ev pirs nebersivandibûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın