23 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
BAB
Artêşa Azad a Sûriyê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê navenda navçeya Babê li bakurê Sûriyê ji destê DEAŞê derxist.
Li gor agahiyên peyamnêrên AAyê yên li navenda Babê, Artêşa Azad navenda Babê bi temamî ji DEAŞê rizgar kir û halê hazir bombe û teqemeniyên ku DEAŞê çandine paqij dikin.
Yek ji fermandeyê sehayê yê Artêşa Azad Ehmed el-Şehabî, di daxuyaniya peyamnêrê AAyê de got: "Kontrola navenda bajêr niha di destê muxalifan de ye. Ji ber mayin û teqemeniyan em niha bi kontrol pêşde diçin. Lê navenda bajêr îdî di destê muxalifan de ye."
Artêşa Azad û Tirkiyê, 24ê Tebaxê Herekata Mertalê Feratê dabûn destpêkirin û piştî paqijkirina neqeba Ezaz û Cerablûsê meha Kanûna 2016an berê xwe dabûn Babê.
Di roja 184emîn a Herekata Mertalê Feratê de heta niha hezar û 900 kîlometre çarkoşe ji rêxistinên terorî hatiye paqijkirin.
Kûrahiya herekatê jî ji sînorê Tirkiyê û ber bi hundirê Sûriyê ve gihîşt 35 kîlometreyî.