2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
PARÎS
Fransayê daxuyand ku cara ewil wan li Sûriyeyê li dijî hedefên DAEŞê yên ku wan berê kifş kiribû, hemleya asîmanî pêk anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Elyseeyê de hat gotin ku ev du hefte ye ew ji asîman operasyonên kifşkirinê dikin û di encama nirxandina pêzanîn ku hatin berhevkirin de wan li Sûriyeyê hemleya asîmanî ya ewil pêk anî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Welatê me daye nîşan ku ew di mijara têkoşîna li dijî tehdîda terora DAEŞê de biqirar e. Emê di hemû heyamên ku ewlekariya me ya neteweyî ket bin xetereyê de hemleyên asîmanî pêk bînin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li dijî kaosa li Sûriyeyê divê "bersiveke cihanî" were dayîn û xelkê sivîl ji êrîşên DAEŞ û rêxistinên terorê yên din û bombardûmana hêzên Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed werin parastin.