2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
BÎNGAZÎ
Hat ragihandin ku li bajarê Bîngaziyê yê Lîbyayê di navbera hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Tobrûkê û milîtanên rêxistina Ensaru'ş-Şerîayê de pevçûn derket û di encamê de 5 leşker mirin, 17 leşker jî birîndar bûn.
Yek ji berpirsê Buroya Çapemeniyê ya Odeya Operasyonan a girêdayî hikûmeta demkî Nasir el-Hasî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku di çarçoveya operasyona leşkerî ya ku generalê teqawit Xelîfe Hafter çend roj berê li dijî komên radîkal dabû destpêkirin de li Bîngaziyê di navbera hêzên hikûmeta demkî û milîtanan de pevçûn derketin.
Hasî diyar kir ku di pevçûnan de 5 leşker mirin, 17 leşker jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Hêzên hikûmeta demkî ji xelqê sivîl re got ku ji herêmên ku pevçûn lê diqewimin dûr bisekinin û rê bidin wesayîtên leşkerî û ambûlansan."
Ji hêla din agahî nehat dayîn ku di pevçûnan de gelo ji milîtanên rêxistina Ensaru'ş-Şerîeyê mirî yan birîndar hene an na.
Li Lîbyayê li dû şoreşa di 17ê Sibata 2011an de bêîstiqrariya siyasî rû dabû û komên hevrik dest bi şer û pevçûnan kiribûn. Sala borî jî generalê teqawit Xelîfe Hafter hewl dabû ku derbeyekê bike, lêbelê ev hewla wî bi destê rêveberiya navendê ya li Trablûsê ve hatibû şikestin.
Li Lîbyayê ev salek e, yek li Tobrûkê (Meclisa Nûneran) û yek jî li Trablûsê (Kongreya Giştî ya Neteweyî) du meclisên hevrik rêveberiyê bi rê dibin.