18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
EZEZ/ANKARA
PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrînê topa hawanê avête navçeya Ezeza li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê yê li Ezezê, PYD/PKKyê bi topa hawanê va ji Efrînê êrîşî navçeya Ezezê kir.
Çavkaniyên nexweşxaneyê ji AAyê re gotin 3 sivîl birîndar bûne, rewşa 2 kesan giran e.
Sivîlên li Ezezê gelek caran dibin hedefa PYD/PKKyê.
Rêxistina terorê tevahiya herêma Mertalê Feratê û herêma bêşer ya li Îdlibê tehdîd dike.
Navenda Kilîsê û qismekî girîng yê Hatayê ji ber erdnîgariyê dikeve ber menzîla êrîşên rêxistinê yên ji Efrînê tên kirin.
Rêxistin salên dirêj e çiyayên Amanosê ji bo ku ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe bi kar tîne.
PYD/PKK ji bo ku xwe bigihîne Behra Spî pala xwe dide Efrînê.
Ji sedî 65ê xeta sînor a Sûriye û Tirkiyeyê di bin dorpêçiya PYD/PKKyê de ye.