Li Erebistana Siûdî 7 kesên din ên ku bi vîrusa coronayê ketibûn mirin. Vîrusa coronayê ji cureya nexweşînên SARSê yek e û heta niha 133 kes bi vê nexweşînê mirin. Ji vê nexweşînê re MERS-CoV jî tê gotin. Hat diyarkirin ku di nav 24 saetên dawîn de ev vîrus di 10 kesên din de jî hatiye tespîtkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat diyarkirin ku li Riyadê 5, li Cîddeyê 4 û li Taîfê jî bi kesekî re ev vîris hatiye dîtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin 7 kesên ku bi vê nexweşînê ketibûn jî mirin.
Di meha gulanê de heta niha 102 kes bi vîrusa coronayê ketine û ji wan jî 22 kesan can daye. Ji sala 2012an heta niha ev vîrus di 473 kesan de hat tespîtkirin û ji wan jî bi tevahî 133 kes mirin.
Wezîrê Tenduristiyê Adil Faqih hişyarî dabû ku bila gel destê xwe bi hêştira neke û şîrê hêştiran jî heta ku nekele bila neyê vexwarin.
Zanyarên Amerîkayî wisa texmîn dikin ku ev nexweşî ji hêştiran derbasî merivan dibe.
Vîrusa coronayê ya ku cureyekî SARSê ye, cara ewil di îlona 2012an de hatiye tespîtkirin. Vîrus di serî de li Erebistana Siûdî û li Rojhilata Navîn tê dîtin û zirarê dide gurçik û pişikan. Ji bo tedawîkirina vê nexweşînê hêj derman nehatiye dîtin.