Wezîrê Karên Navxweyî yê Libnanê Nîhat el-Maşnuk diyar kir ku Saca el-Duleymiya ku li ser sînorê Sûriye-Libanê bi destê îstixbarata leşkerî ya Libnanê hatibû binçavkirin jina Bexdadî ya berê ye.
Maşnuk di televizyoneke herêmî ya Libnanê de axivî û destnîşan kir ku Saca el-Duleymiya ku li ser sînorê Sûriye-Libnanê bi destê îstixbarata leşkerî ya Libnanê hatibû binçavkirin, jina serokê rêxistina DÎŞIyê Ebu Bekir el-Bexdadî ya berê ye.
Es-Safîra rojnameya Libnanê nivîsîbû ku îstixbarata leşkerî ya Libnanê bi îstixbaratên biyanî re xebitî û jina Bexdadî û lawê wî binçav kir.
Di xeberê de hatibû îdiakirin ku jin û lawê Bexdadî bi nasnameyeke sexte ve hatin girtin û ji bo lêpirsînê birin avahiya Wezareta Parastinê.