HELEB
Konseya Şoreş a Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyanî da û diyar kir ku li Girtîgeha Navenda Helebê ya ku di bin kontrola hêzên Esed de ye 10 mehkûm ji ber sermayê qefilîn e û can dan e.
Berpirsyarê Medyayê yê Tûgaya Tewhîdê Yasîr Ehmed li Helebê daxuyanî da AAyê û mirina 10 girtiyan piştrast kir û wiha dewam kir: "Hin girtî ji ber êşkenceyê û hin ji wan jî ji ber nexweşiyê dimirin. Heyva Sor ya Sûriyeyê ji girtiyan re alîkariyê dişîne. Lê em nizanin ku van tiştên hanê didin girtiyan yan na."
Ahmed destnîşan kir ku di van rojên dawîn de hêzên rejîmê gelek girtiyan dikujin û wiha dewam kir: "Artêşa Azad a Sûriyeyê ji bo ku Nexweşxaneya el Kîndiyê bike bin qontrola xwe êrîşî hêzên Esed dike. Ew jî li hemberî vê hin girtiyan dikujin. Hêzên rejîmê heta niha ji 250yî zêdetir mehkûm kuştin."